KEW Û RÛVİ


Bu makale 2022-07-27 06:24:21 eklenmiş ve 7449 kez görüntülenmiştir.
Murat Akkuş

KEW Û RÛVİ

 

Rûvî rojekî derdikevê nêçîre, zikêwî valaye geleki birçîye, digere, herçar milî diçe lê rasti nêçîre naye, birçiye nesîp serda naye. Rast û çep diçe tê, dûr û nezîng digere, lê rasti nesîbe xwe naye. Hinek binê darekê xwe direj dike, ji birçibune zike wi pişta wi da zeliqiye. We çawa xwe têr bike?, zike xwe têjî bike?

 

Piştî xweva tê, dîsa radibe nêçîre. Qederkî diçe rasta Keweke te. Ji xwere dibejê gelek ez we Kewe bigirim ji xwere bixim nêçîr û zikê xwe têrbikim. Lê meze dike ku Kew bazdaya ser kevir kî, dengek xweş û zelal distire/kêlama dibeje. Rûvî disekine û gohdarî Kewe dike. Heta Kew kêlama xwe xilas dike.

 

Rûvî ji Kewere dibeje; Kewê delal çikas bejna te şirîne, dengê te pir xweşe. Mirov her dixazê ̂ bejna te mêzeke û dengê te gohdari bike. Hewqas delalî û delalî strana dibejî mirov mest dibe. Kerema xwe disa ji minre beje. Her halîda tu zanî bistirê gelo? gelo tu dikari çaven girti ji bistirê?

 

Kew dibejê mamê Rûvî, ê distêre ezim. Bejn û deng jî yêmine. Erê her hal û warîde ez dikarim kêlama bejim û bistêrem.

 

Rûvî ji Kewe re dibejê ka çaven xwe bigire û bistire. Ka dîsa evqas delal û xweş wê tu bizanbî bistrê?

 

Kew dibijê mami Rûvî ji bona xatirê te ezê çave xwe bigirim, bênoqînêm û kêlama bijim.

 

Kew çaven xwe digire û dest stirana dike.

 

Rûvî xwe dighîne Kewe, Kewe digre.

 

Kew dibejê mamê Rûvî jiminre misade bike ez du gotina bêjim?

 

Rûvî dibije keremke?

 

Kew dibêjê mamê Rûvî te bêbexti limin kir. "Ez xweliye sere wi kesî bikim evê çavê neyare wî vekiri be, ew çave xwe bigre. Lewra ev ehmeqiye." Mami Rûvî min ev heqkir. Ez neçîra teme. Tu keyfa xweyî. Rûvî neçîra xwe dixwê û zikê xwe têr dike û keyfawî te cih.

 

Ew gele bindest be û bin bandora gelen biyanî de be, jibona azadiya xwe xebatê neke, gelo hebun u tune buna wî gelî çiye? Çav girtin heta kiderê dewam bike. Dive em çavê xwe vekin û hişê xwe bînîn serêxwe, wek gelê cîhane bimeşîn.

 

Goti em tu car birnekin ku "Dijminê bav û kalan nabin dostê lawan."

Diğer yazıları...
Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Arşiv Arama
- -
Doğu Haber-Doğu Medya-Doğu Kültür Gazetesi
© Copyright 2013 Dogu Medya -Dogukultur. Tüm hakları saklıdır. Dkm Medya
DKM MEDYA GROUP -1
STK-DERNEKLER
FİRMALAR-İŞ DÜNYASI
STK-İŞ DÜNYASI MESAJLAR
DKM MEDYA GROUP-2
TÜRKİYE-BÖLGE, FİRMALAR- İŞ DÜNYASI
DOĞU KÜLTÜR MEDYA
SERHAT HABERLER
BAĞLANTILARIMIZ
STK-İŞ DÜNYASI MESAJLAR
STK-DERNEKLER
FİRMALAR-İŞ DÜNYASI
DOĞU KÜLTÜR MEDYA