Pêkenokên Kurdi


Bu makale 2021-12-24 18:08:59 eklenmiş ve 357 kez görüntülenmiştir.
Murat Akkuş

 

Pêkenokên Kurdi 

 

Tu Çima Şal Li Xwe Dikî

 

Rojekê di civatek Seid Gabarî tê de kesek bi henek pirsekê li Seid Gabarî dike, dibêje kek seid em hemû dizanin çavên te kor in îja tu çima berçavk didî li ber çavên xwe? Seid Gabarî lê dinêre dibêje em hemû dizanin ku qûna te kun e îja tu çima şal li xwe dikî.

 

Ê ka apo çi seye

Go mêrik ji kûçik nedisekînî, kûçikê jî da pey.

Go gotinê "Tibêst tibêst, Apo se hate te apo!"

Go apo jî go "Ê ka apo çi seye!"

 

Heciyê Kurd

Kurdê me li ser rêya hecê. Di sînorê Siûdî de polîs lêgerînê dikin. Di çenteya wî de şûşeyekî wîskî û bombeyekî digirin.

"Ev çi ne, ya hecî ?!"

"Ew…! Hecî li dora Beyta Şerîf vizzz dibin. Ez kal bûme, nikarim vizzz bibim. Dê wîskiya xwe vexum da Beyta Şerîf li dora min vizz bibe."

"Ev bombe?"

"Ew…! Hecî xîçikan davêjin seytan . Ewqas salin hîn safî nekirine. Ez ê bombe bavêjim û di carekê de safî bikim."

 

Herdu jî yekin

Şerebvexwarek û meleyekî dîndar li ser hela û heramiya şerebê munaqeşe dikin. Şerabvexwar ji melê re dibêje :

« Mele, bi Qurana ku te xwendiye, şerab ne heram e. Çima dê şerab herem be? Ma ew ji demûşa tiriyê çêdibe, na? Dema miro tirî dixwe ne heram e. Demûşa wê vedixwe, ne heram e, lê dema şerabê vebixwe heram e? Heru jî, ji tirî çêdibin. Bi Qurana ku te xwendiye, di nav wan de tu ferq tune lo!»

Li ser van gotinan, mele dike ku dîn bibe û êrîşsê şerabvexwar dike:

« Ma zindîq herê welle, dema herdu jî, ji tirî bin dibin yek? Wê çaxê şîr û mîza diya te jî yek in, herdu jî ji laşê diya te derdikevin. De here mîza diya xwe vexwe!

 

Kutana mêrên

Rojekê pîrekan li kaniya gund behsa mêrên xwe dikirin, wê digo mêrê min wilo dikute min, wê digo wilo.. Pîrekeke pîr ji wan û wê de rûniştibû guhê wê li wan bû. Hew sebra wê hat û go: " Tew tew, ma yên wê jî mêr in, wextê ku ez pazdeh salî bûm rojekê mêrê  min li kadînê kuta min,va ye ez heftê û pênc salî me hîn jî gava ku ez mîz dikim ka di nav mîza min re davêje"

 

Mêrê Du Jinan

Mêrik ketiye virika jina mezin.

Ji vitevita wê ketiye elemanê.

Radibe diçe ser ziyaretê.

Duayan dike ku belayekî were serê jinikê.

Vedigere.

Ji dûr dibîne li ber derê wan qîrîn û girîn e.

Ji xwe re divê; ahaaaa´temam, duayên min qebûl bûn...´

Ji gundiyekî dipirse: ´Ew çi ye?´

Gundî; ´jina te ya piçûk mir.´

Dîsa para vedigere ser ziyaretê.

Bi ser ziyaretê de diqîre, dibêje:

Deng di qûnê de tê te ? Me kîjan got, te çi kir ?...

 

Mêvanê Xwedê

Li gundekî merivekî zahid ku di îbadet û taetê xwe de hebû. Êvarê derê wî lê dikeve. Diçe derî vedike dinêre mirovekî navsalî li ber derî sekinî ye. Selam û alêkum silavê didê. Ew jî silava wî digre. Zahid dibê kerem ke birak te xêre?

Zilam: Ez mêvanê Xwedê me, tu dikare îşev min bihewîne.

Zahid:

-Ser serê min û ser çavê min, kerem ke were mal, mala te ye. Ciyê mêvanê Xwedê li ser serê me heye. Gazî jina xwe dike malhazirî jê re şîvê hazir dike, piştî ku vana şîvê dixun, nivînê wî hazir dikin û mêrik radizê.

Dibe serê sibê, mêrik taştêya xwe dixwe. Naçe. Nîvro firavîn/navroja xwe dixwe. Naçe. Dibe êvar şîva êvarê jî dixwe naçe. Rojek, du roj, sê roj dilê mêrik û çûyînê tune ku here!

-Jina zahid dike kut kut, lê zahid her carê dibê mêvanê Xwedê ye û teamul dike. Jinik û zahid dinêrin niyeta mêrik û çûyînê tune, pîlanekî çêdikin.

Zahid ji jina xwe ra dibê tu hundir bişo şimika ji holê rake gava ew çû destnimêjê, ezê xwe li te hêrs bikim û paşê ez zanim ez li wî çidikim.

Dibe nîvro mêrik nanê xwe dixwe, dibê ezê desnimêje bigrim, misînî wî hazir dikin, didin dest gava ji daşirê tê jinikê av li hundir kirîye, her der şile, mêrik çavê xwe li şimikan digerîne şimik tune.

Zahid derdikeve tê li jina xwe hêrs dibe, dibê te mêvanê Xwedê şerpeze kirî ye. Gava mêvan çavê xwe li şimika digerîne. Zahid bi daran li jina xwe dide. Mêrik dikeve nava wan. Zahid di wê hengamê de çend darên xweş li mêrik jî dide û dibêje:

-Tu mêvanê Xweda yî, pêli erdê neke, were ez te hilgirim. Zahid mêrik dide pişta xwe û berê xwe dide Mizgefta gund! Mêrik dibe li hundurê Mizgeftê datîne û jêra dibêje:

-Ciyê mêvanê Xwedê li mala Xwedê ye... Tu heta dikarî li vir bimîne, û vedigere tê.

 

Ax Pişta Min

Rojekê miroveke sîtemkar pirr li yekê mazlûm dixe. Yê mazlûm ji nava dilê xwe axînê dikşîne û ji derdê dilê xwe re dibêje ax.. ax pişta min. Yê ku lê dixe dibêje kurê kerê lawo ez li zikê te dixînim, çima tu dibêjî ax pişta min? Dibêje erê lawo eger ku pişta min heba te qet li zikê min nedixist? Eviya dibêje welle tu jî rast dibêjî.

(Têbinî: Eger ku pişta milletê kurd hebuya, sitemkaran qet nikarîbûn li milletê kurd heqaret û pestê bikira. Ez çi bikim, feleka me xayîn e ji me ra nadomîne. Belkî mala felekê bişewite. Lê sed heyf û mixabin xwe firoşên me sed hezar carî ji felekê xayîntirin. Belkî bişewite mala îxanetê. Îxanetê pişta gelê me şikandiye!!!

 

Mazûvan bû Ga

Dibên mirovekî timakar hebûye, rojekê sê heb mêvan diçin mêvaniya wî.  Qaşo vana ji mêvanan ra xwarinê çêdikin û dema xwarinê tê sofreyê datînin. Vana ji xwe ra diaxivin, ew ê xwarinê bixwin. Dema ku destpê dikin çend kevçî xwarinê dixwin. Xwediyê malê bala xwe didê ku mêvan pirr birçî bûnin zêde xwarinê dixwin.

Werhasilê kelam, malîvan xwe dide xayîntiyê. Di dilê xwe de ji xwe ra dibê heyran ez hinekî zû biterikînim, belkî vana jî fedî bikin êdî xwarinê nexwin! Eger ku ez wusa nekim, wê vana hîna pirr xwarinê bixwin!

Werhasilê kelam viya xwe şûnda dikişîne!

-Lê mêvanê yek zîrek bû ye, ew vê yekê rind ferq dike û jê ra dibê, heyran te çima wer zû terikand, xwarin nexwar?!

Malîvan dibê: "Kuro min hingî xwar ez bûm ga!...

-Mêvan dibê: "Kuro em hîna nebûnin golik, law tu çi zû bû ga!…

 

Xêr

Hiso mirovekî şivan bû. Pismamê wî miribû. Lewra  jina pismamê wî mabû bî. Hisoyê me yê şivan piştî pêncî saliya xwe dibû zilamekî sofî. Ji ber vê yekê dizanîbû ku meriv di Ola Îslamê de bi jinebiyekî re bizewize pir xêr e û  li ba Xwedê jî pir bi qîmet e.

Lewra Hiso rabû çû cem melayê gund.

Jêre got:

Seyda ez dixwazim xêrekî bikim.

-Bêje ezbenî, ka xêra tu dixwazî bikî, çi ye?

Ezbenî mehlûmê te ye jî; Fata bûka me, eva deh salin jinebî ye. Lewma ez dixwazim li xwe mehr bikim.

-Xêra ku tu dixwazî bikî, ev e Hiso?

-Erê wele seyda. Ma ne baş e?

Mele got:

-Erê wele baş e. Ma tereso, xêr li hêviya doxîna min û te maye?

Rojekê kurê zilamekê ji bo xwendinê diçe bajarê mezin

Piştî 4 salan lawê zilam vedigere gund. ji bavê xwe re dibêje "bavo min beşa felsefeyê qedand lê ji bo ku bibim doktorê wê pêwist e doktorayê bikim, yanê divê ez 2 salê din jî bixwînim."

Bavê wî ji neçarî dibêje "temam kurê min em çi bikin, hema tu bibe doktor, em ê hemû heyîna xwe jî bifiroşin lê te bidin xwendin"

Piştî ku 2 salê din jî derbas dibe, kurê zilêm dîsa vedigere gund.

mêvanên wan ji bo pîrozkirinê tên mala wan. mêvanek ji lawik dipirse, dibêje "kurê min hela ka binêre zikê min diêşe, tu çi jê fêhm dikî"

lawik dibêje "apo, ez hê ne doktorê zik im, ez doktorê mejiyê me" li ser vê yekê mêvan tiştek nabêje.

Piştî çend rojan mêvaneke din ya wan tê û dipirse "lawo, ka binêre serê min pir diêşe, tu çi dibêjî" lawik dîsa dibêje "apo, ez ne doktorê serî me, ez doktorê mejî me, mejî" zilamê reben tiştek fêhm nake lê dîsa jî tu pirsan jî nake.

Piştî mêvan diçe, bavê wî ji kurê xwe dipirse, dibêje kurê min ma tu êdî ne doktor î, kanî tu ji derdê kesî fêhm nakî ? Me ewqas salan mesrefê li te kir.

Kurê wî dibêje; bavo, ez doktorê mejî me. weke mînak binêre, xalîçeya me li ser axê ye, kursî jî li ser xalîçeyê ye. yanê nexwe kursî li ser axê ye. hah, vaye ez bi van tiştan mijûl im. doktoriya min li ser vê ye.

Li ser vê yekê bavê wî jî bersivek wisa dide kurê xwe "kurê min binêre, mirişka me gûyê erdê xwar, te jî mirişkê xwar. nexwe te jî gû xwar. ma ev bû xwendina te?"

Elo û Remo

Elo û Remo ji ber ku gundê wan nêzîkî hevudû ne, hevudû nas dikin. Rojekê Remo li bajêr rastî Elo dibe û jê dipirse:

- Merhaba heval tu çawa yî

 Elo:

- Baş im, tu çawa yî

 Remo:

- Ez jî baş im. Tu diçî kûderê

 Elo:

- Ezê herim hemamê, min zûda ye serê xwe neşûştiye.

 Remo:

- Kuro ma cara din jî tu rastî min hatî, te digot, ez diçim hemamêş

Elo:

- Ew sê meh berê bû

 Remo:

- Weeyy Malneketo ma tu beqê avê yî lawo

Hal Ev Hal E; Hîn Gaz û Nîv Jî Lı Mal e!   

Yekî gundi kurekî wî tenê heye. Kurik mezin bûye, gîhiştiye zewacê. Gundî ji bo kurê xwe bizewicîne radibe, diçe gundekî din û keçekê diecibîne, ji bavê wê dixwaze. 

Bavê keçê qebûl dike, lê dibêje: 

- Min qebûl e, lê keça min jî tenê ye û ez dilê wê nahêlim. Bila kurê te were. Ew û keç li hev binêrin kû hev qebûl kirin, ser seran û ser çavan. 

Gundî kêyfxweş dibe û berê xwe dide malê. Li malê ji kurê xwe re dibêje: 

- Kuro min îroj ji te re keçeke bedew xwestiye. Bavê wê dibêje bila were ew û keçik li hev binêrin ku hev ecibandin ezê bidim. Êdî rabe û biçe gund. Bila xwezûrê te û bûk te binasin. 

Kurik jî kêyfxweş dibe, lê ji bavê xwe re dibêje: 

- Bavo navrana şalê min diriya ye, ger ez bi vî halî biçim ez şerm dikim. 

Bavê wî heq dide kurê xwe û diçe bajêr du gaz qûmaşê teze tîne. Dayika wî nîv gaz qûmaş jê vedike û navrana şalê kurê xwe didirû. Pîne wiha xweş li şal tê ku kurik bi kêfxweşî ji malê derdikeve û berê xwe dide gundê xezûranên xwe. Bi rê de li kaniyekê rast tê. Ji xwe dinya jî germ e. Têr av vedixwe û dibêje: 

- Ka ez bêhnekê xwe dirêj bikim û çavên xwe nerm bikim ku ez biçim gund keçik min westiyayî nebîne. 

Xwe li bin darekê dirêj dike û çavên wî diçin ser hev, xure xur pê dikeve. 

Di wê bêhnê re rêwingiyek di wir re derbas dibe. Dibîne ku xortek li bin darekê rûniştiye. Şeqên xwe ji hev vekirine û pînyeke nû di nava şeqên wî de diterisîne. Dilê rêwingî dibije pîne û bi hêdîka xwe nêzîkê xort dike. Serê tayê pîne pê hatiye dirûtin dibîne û dikêşîne. Ta vedibe û pîne dikeve erdê. Rêwingî radihêje pîne û bi kêfxweşî rêka xwe didomîne. 

Bêhneke din xort ji xew radibe. Xwe vedizilîne û dikeve ser rê. Tê gund û pirsa mala xezûrê xwe dike. Malê şanî wî dikin û diçe malê. Xwezûrê wî li ber derî wî pêşwazî dike û derbasî odeya mêvanan dike. Bang li keça xwe û eyalên xwe dike ku werin zava binasin. Keçik doşekeke stûr û balgîfekê tîne ji zava re datîne. 

Xort bi kêfxweşî derbasî ser doşekê dibe û pala xwe dide balgîfê. Şeqên xwe ji hev vedike, ji bo xezûranên wî pîneyê nû bibînin ku bizanibin halê wana xweş e. Lê xort hayê xwe ji xwe nîne ku pîneyê navranê ne li ser e. 

Dema xort şeqên xwe ji hev vedike goştê navrana wî derdikeve derve û zengilê wî diheje! 

Malî tev çav lê dikevin û çavên wana beloq vedibin. 

Xort dibêje qey çav li pîne ketine û pir li xweşiya wana çuye ku wiha şaş mane û di bin simbêlan re dikene. 

Xwezûrê wî destê xwe bi ber navrana wî ve dirêj dike û dibêje: 

- Zava, ev çi hal e? 

Zava hayê wî ji wî nîne ku zengilê wî li der ve ye. Destê xwe diavêje simbêlên xwe û dibêje: 

- Wele hal ev hale! Hîn gaz û nîv jî li mal e!

"Min Dit"

Zilamek ji jina xwe bi gumane û rojek bi kesek din re dibîne, Roj derbas dibin û tistek nabêje.

Rojek jinik ji zilamê xwe re wiha dibêje : Dêla me zaye û cewrikên me çêbûne divê em nav li wan bikin, zilam û jinik bi hev re diçin ba cewrikan û zilam wiha pêde diçe : em navê vê'ya bixin "Min dît", û jinik jî bi kûr û dirêjayî difikire û wiha dibêje : em navê vê'ya jî bixin "Min tobe".

Rojekê Yekî Dengizî Diçe Mala Şêx

Rojekê yekî dengizî diçe mala şêx ku ji nexweşiya xwe re derman bibîne.dema derdikeve hembera şêx,dibêje:şêxê min ez pirr nexweş im

şêx dipirse:çiyê te he ye,ka bêje?

zilam dibêje:şêxê min ez nikarim xwarinê bixwum.xwarin heger xweş be ez dixwum,lê heger nexweş be ez dikim nakim mahdê min naçê...

şêx dibêje:welleh heger werê be ez jî nexweş im...

Rojekê Bazirganek Diçe Gundekî 

rojekê bazirganek diçe gundekî ji bo kirîna heywanan.pirr zêde birçî dibe lê fedî dike ji gundiyan re vêya bîne ziman.li quncekê zarokekî zevt dike û jê re dibêje:

xwarzê ez pirr birçîme tu ê karibî ji mala we ji min re gezek nan bînî...

lawik dibêje:

welleh xalo nanê me tune ye lê dimsa me he ye heger tu bixwazî ez ê ji te re bînim...

zilam dibêje:

tiştek nabe hema bîne wê ber dilê min bigre...

li ser vê yekê lawik diçe ji malê di kaxikekê de jê re dimsê dihêne.

zilam bi ser xwe dadike û diqedîne.dema ku têfikê drêjî lawik dike,lawik dibêje:

xalo heger te têr ne waribe ez karim hinekî din jî ji te re bînim.jixwe dimsa me mişk ketiyê kes naxwe!...

jineke zarokên wê çênabin diçe ba mêle

jineke zarokên wê çênabin diçe ba mele.derdê xwe jê re dibêje.mêle jî dibêje,îşev wê yekî wuha wuha were xewna te,tu û ew hûnê têkevin nava ciyan û tu ê biheml bimînî.jinik dinêre ku kesê ku mele tarîf dike dişibite mele.dibêje:

-mele ev ne tu bî?

mele dibêje:

-wellehî dibî dibî...

Tofankî Tê Serê Zilamekî Û Jiyana Xwe Ji Dest Dide

li hewarîya wî pîrekekî li çokên xwe dixe digirî û dibê: "welle min zanibû welle min zanibû..."

jê dipirsin: "te çi zanibû?"

dibê: "min zanibû ê tiştekî wiha were serê wî"

dibên: "ê te zanibû te çima ne got?"

dibê: "ê de ka min çi zanibû..min çi zanibû.."

Quz Xwar

zilamek dema ku ji kutana jina xwe têr dibe li guhê jina xwe dibêje "min quz xwarê".

jinik jî ev gotin wek "quzxwar" fêm dike û her li zora wê diçe.

rojekê bi jinikeke cînar re behsa vê meselê dike. cînara wê jê re dibêje "here cem filan melayî ji her derdî re dermanê wî heye". jinik sibeh nake êvar û zû bi zû xwe digihîne melayê.

ji mela re dibêje "quzê min xwar e û mêrê min henekê xwe bi min dike."

mela jî jê re dibêje "axx keça min a bextreş de cilên xwe ji xwe bike ka ez meyzênim çilo ye"

jinik rût û tazî dimine û xwe li ser doşekekê dirêj dike. mela hinekî li quzê jinikê dinêre û dibêje "erê welleh quzê te xwar e lê ji xwe re neke xem ezê niha rast bikim" û doxîn lê sist dike. jinik bi kêf vedigere malê piştî xwarin û vexwarine bi mêrê xwe re dikeve bin lihêfê. mêrik piştî ku dilê xwe lê rihet kir dibêje "wey ez quzê te bixwim keçkokê"

jinik jî dibêje "ne wiloo tê bixwî ne? çend sal e kîrê te bi kêrî tiştekî nehat. mela carekî kuta min û quzê min ê xwar rast kir"

Di Gündeki De Mirovekî Dîn Hebûye

Di gündeki de mirovekî dîn hebûye. dîno her roj diçe qehweya gund û ji qehwevan re dibêje "gelo çaya te ya cemidî heye". her carê qehwevan heman bersivê dide û dibêje "na welleh, çaya cemidî tuneye". lê dîno dîsa jî bêzar nabe û her roj heman pirsê dipirse. rojekî ji rojan qehwevan difikire û dibêje "ev dînê dîsa were û yê çaya cemidî bixwaze, vê carê ez çayeke bi dem çekim û têxim sarincê. bila çay bicemide û dema ku dîno xwast, ez bidim e". demekê şûn de dîno tê û dîsa dipirse;

dîno; çaya cemidî heye?

qehwevan: erê bavo, vê carê çaya cemidî heye.

dîno: de germ bike em vexwin.

Li Gundekî Her Roj Gundî Li Dor Mala Mele Dicivin

li gundekî her roj gundî li dor mala mele dicivin û meleyî ji wan re dibêje:

-kesên ku kirasekî bidin yekî belengaz, roja qiyametê xwedê deh kirasan ji bihûştê dide wan.

rojekî mele kirasekî nû ji xwe re didirû û dide keça we, dibêje:

-vî kirasî bibe malê, ez dixwazim roja cejnê li xwe bikim.

haya keça wî ji şîreta meleyî heye. rojekî yekî belengaz tê devê deriyî. keça meleyî dinêre ku kirasekî zivarî lê ye. dilê keça meleyî pir bi wî dişewite. radibe kirasê bavê dide wî.

roja cejnê tê. mele ji keça xwe re dibêje:

-keça min, ka kirasê min bîne ez li xwe bikim.

keç dibêje:

-min li ser şîreta te kirasê te da yekî belengaz.

mele diqehire û dibêje:

-hey keça kûçikan. ez ji bo kirasê xelkê dibêjim, ne ji bo kirasê xwe!

Ew Jî Nizane Çi Bike

rojekî yekê pir qesîs û kund û çavteng ji xwe re pêlavekî dikire. û ji bo ceribandinê dike lingê xwe û berê xwe dide nav zeviya xwe. tam dikeve nav zeviya xwe baraneke xweş lê dike.

ew jî nizane çi bike li dora xwe dizîvire dizîvire û berê xwe dide xwedê û dibêje:

"xwedêyo ez bêjim baranê bisekinîne wê zeviya min hişk bibe, ez bêjim baranê xweş bike wê pêlava min an nû biqete, hema an baş tu ruhê min bistîne!"

Rojek Melleyek Li Camiyê Weza Dide

rojek melleyek li camiyê weza dide û dibêje haya we ji qîzê we hebe bira devê xwe boyax nekin. cilê/kincê milqol û şelê qot lixwe nekin guneye yek ji nav cemaetê. dibêje seyda qîza te jî li xwe dike

melle ji dibeje ê heyra anha xwedê heye bi bêbavê dikeve...

Dîya Min Dîya Te Li Kerxanê Dîtiye

rojek merivek dîya wî jêre dibê min cîrana me îro li kerxanê dît cirana wanjî dîya hevalê wîye ew jî çewa di bihîze diçe ba hevalê xwe û dibê lê halû meseleka wisa heye îro dîya min dîya te li kerxanê dîtiye ewjî dibê temam ez qebûl dîya min orispîye lê çi işê dîya te liwir hebûye û dibê kî di dîya te nîyaye kû çîye wur.

Misilmanetî Çewaye?

Yekî mesîhî û misilman li bahevin bi hevra mijûl dibin dipirse dibêje:

- misilmanetî çewaye?

yê misilman jî dibêje:

- divê meriv limêj bike, araqê venexwe, zînayê neke, rojî bigre.. yê mesîhî jî dipirse dibêje:

- niha îro em bihevra çûn meyxanê te araq vexwar, min nedît te limêj jî kir, em çûn te ji qîzikare jî negot na.. niha tu jî misilmanî?

yê misilman dibêje:

- lê elhemdûlîlah ez jî misilmanim. yê îsewî jî dibêje:

- ger wisabe elhemdûlîlah ez jî misilmanim haya min jê tune.

Gotina Nexweş Nexweşe

Rojek merivek ji jina xwera dibêje jinê ezê di tenim jina wî jî dibêje here di diya xwene mêrê wê jî şaş û matmayî dimîne dibê xêre tê wisa got tu helalîya min nînî? jina wî dibêje belê lê gotina nexweş nexweşe.

Rojek Mellek Diçe Kerxanê

Rojek mellek diçe kerxanê bihaya xebatkaran dipirse bihaya orispîyên kerxanê bi 20 milyonîye perê rebenê mele jî nêvîye têrînake yanî 10 milyone bazar dikin bi şertê mele tevî nekê li gorî perê xwe nêvî bikê li hevdikin, dest bi karê xwe dikin, mele yek, dido, sê, çar... xweşa orispîyê jî diçe dibêje herê seyda hima tevî têkê dilê xwe rihet bike, mele jî dibêje na welleh ez heramîyê nakim malê heram naxwim.

Rojek Ew/Îro Tu Sibehê Ew

Qîzikî û dîya xwe heroj hindir simnikdikin/paqijdikin, bûka wan jî hê nûne ew jî rûdinê li wan temaşe dike qizik û dîya xwe tên ba hevdû dibêjin wiha nabe sibehê ez û te emê lihevxin ezê bibêjim tuyê hindir paqijbikî tuyê bibê jî na tu paqijbike wê demê dibe ku bûk jixweber fehm bike bibêje ezê paqijbikim... werhasil dibe sibeh qizik û dîya xwe simnikê dabêjin ba hevdû qîzik dibêje tu dîya wê dibêje kafir kuştîbe tuyê pakijbikî.. neh deh deqe dikin hole hol bûk tê nava wan dibêje derdê we çiye..? ew jî dibêjin hal û mesele eve: qizik dibêje timî ez hindir paqijdikim.. dîya wê dibêje na ezdikim bûk jî dibêje hûn ji bû vî lihevdixin dibêjin belê bûk jî dibêje rojek tu paqijbike rojek ew/îro tu sibehê ew.

Rojek merivek…

Rojek merivek kerekî tîne daku di kerêne werhasil kerê tîne girê dide û êlekanekî çêdîke xwe êlekan dike dema xwe êlekan dike diçe xwe li kerê dixe.. dema karê xwe di qedîne poşman dibe dibêje yarebî tu min efû bikî ez berbayê şeytan ketim, şeytan jî dertê dibêje xwedê rûyê te reşbike! bixwedê tiştê ku tu fikîrîyî û kirîye nayê hişêmin jî.

Hetanî quzê diya te here pêş û paş devê me bi goşt nedit

Rojek jinikekî ji mêrê xwere dibêje here ji mere goştê şamî an eloka bîne, mêrê wê jî diçe elokek tîne dema were malê di nîvê rêde xesya wî dertê pêşiya wî dibê ew çiye bitere dibêje elok.. xesya wî jî dibêje ezê ji te pirsekî bikim tu nizanibî welleh te elok nebir malê, mêrik dibêje; temam

xesya wî dibêje; quzê min li pêşe an li paşe? mêrik dikene dibêje; jê rihettir, li pêşe xesya wî xwe piloz dike dibêje; ha jitera lê binihêre te pê dernexist, ka bide elok. elok jê distîne.. roja din dîsa diçe elokekî distîne dîsa xesya wî tê pêşî dibêje ezê pirskî ji te bi pirsim tu pê dernexî tu dîsa elok nabî malê tu pê derxî ezê elokê te yê do bidim te.. ew jî dibêje başe.. xesya wî dîsa dibêje quzê min li pêşe an li paş? mêrik vêcarê dibêje li paşe, xesya wî xwe li ser piştê diqelêbe dibêje ha jitera binihêre.. cardin elok jê distîne, merik diçe malê jina wî dibêje ka te dîsa goşt nehanî? ewjî dibêje willeh hetanî quzê diya te here pêş û paş devê me bi goşt nedit.

Jina Te Hat Berdan

Li gundekî zilamek berê xwe dide qublê û dimîze. ji wê derê jî mele derbas dibe û wî dibîne. mele jê re dibêje jina te hat berdan. zilam dibê hat berdan, jinê beredide. mele radibe jinê li xwe mahr dike. mêrik dikeve pey mele û dibêjê ma niha êwê jî rojekî bimîze.

wer hasil rojekî mele jî berê xwe di qublê û dimîze. mêrik çawa wî dibîne tê balê dibêje, mele jina te hat berdan. mele dibêje malmîrat ka lê binehêre min serê kîrê xwe zîvirandiye.

Li gundekî zilamek

Li gundekî zilamek kîr-mezin hebûye. ji ber kîrê wî tu jin wî neiriye. rojekî ev zilam nêtê xera dike û diçe ba mele. dibêje " seyda, weleh kîrê min mezine û kes min nake. ka ez çi bikim tu bibêje?" mele dibê " here li pêşberî bîra gund rûnê, dema jin hatin bîrê û ji bo avê xwe xwarî ser bîrê kirin, li qûna wan binehêre. kîjan kirasê wê bikeve xetika qûna wê, ewê te bike. " zilam radibe diçe û li ber bîrê rûdinê. hama kî tê ser bîrê qûna wan kontrol dike. rojek du roj lê diherê jinek tê hama çawa xwe xwarî ser bîrê dike kiraskê wê dikeve xetika qûnê. hama zilam dide ser piştê heya malê. dikeve hundir lê dinehêre mal mala mele ye. çav li mele dike, mele dibêje " hama min da te û hezar xêrî jê bibînî. "

welhasil evana dizewicin. îja şeva herin nav nivîna, keç ji ciya xwe re dibêje " tu jî bi min re were." evana derin nav nivîna keç ji ciya xwe re dibêje tu bi kîrê mêrê min bigre û dema min go berde hêdî hêdî berede. mêrik serê wî dixê, keç ji ciya xwe re dibêje yadê berde, ciya wê hinkî berdide. keç dîsa dibê berde ciya wê dîsa berdide. keç dibê yadê berde berde, ciya wê dibê keça min hew heye. te giştî hilanî.

Rojekê Civîna Navnetewî A Femînîstan Tê Lidarxistin

ji brîtanya jinek diaxive: carekê min got mêrê xwe ez êdî cilan naşom tu bişo. roja ewil min tiştek nedît, roja duwê min ferqek nedît, roja sêyem min dît ku hêdî hêdî dest bi kar kir.

paşê jinek ji almanya diaxive: rojekê min got mêrê xwe ez êdî firaxan naşom tu bişo. roja ewil min tiştek nû nedît, ya duyem cudahîyek nebû, roja sêyem min dît hêdî hêdî dest bi kar dike.

herî dawî jinek ji tirkiye diaxive: rojekê min got mêrê xwe ez êdî xwarin çênakim tu çêke. roja ewil min tiştek nedît, roja duyem min tiştek nedît, roja sêyemîn hêdî hêdî min dît.

Feminist Dertên Qadê

Rojek hinek mirov û feminist dertên qadê dicivin jibû zordarî û kotekiya li ser jinê protesto bikin, herwiha protesto dikin yek jî ji nava wan di qehire û ji nava serê xwe bi dengek bilind dibêje ezê di jina mêra nim!

Bavo Pêştêr..!

Rojek camêrek û zarokên xwe wê herin civatê, di rê de diçin kurê wî yê herî mezin jî wan hişyardike goya hurmetê dide bavê xwe dibêje em çûn civatê ji bavo pêştêr kes gû nexwe xeber nede.

Ez Tiştek Naxwim

Rojek jinikek taştê hazir dike ji zarokên xwera hêka dikelîne 4 heb zarokên wê bûne û çar heb hêkên wan hebûne tên ser sifrê heryekê hêkî dide wan diya wan bê par dimîne zarokên wê dibêjin dayo ka jitera nema, diya wan jî dibêje; diya we jehrê dixwe herkesê zerika hêka xwe bide min bese ez tiştek naxwim.

Jinik û Mêrê Xwe Çûn Mêvandariyê

Jinik û mêrê xwe çûn mêvandariyê. mal teng e, heye tune ye odeyek e. her kes li wir radizê. qelebalix e hêwirze ye. wext ji wexta kêm bû. mêrik û jinikê qirar dan hev gotin em êvarê ranezên bila milet razên.tu(mêrik) were cem min. gotina xwe kirin yek.

bû şev mêrik hêdî hêdî çû ber bi jinikê ve. girt bi yekê got qey jina wî ye. piçek çû ber de xwe lê xweş kir. bala xwe dayê ne jina wî ye.

yek du sê kes heman mesele qewimî lê yek ji wan jî ne jina wî bû. êdî eciz bû mêrik serê xwe bilind kir. got;

xaço, xaço.

jina wî got;

ha.

mêrikê got;

kul û ta. heya te got ha min di tevan ga.

Xwarzîye Xwedê…

Yekê Şuşarê dıçe gundeki Bydigiya jêr, lı derê ki dıxe wi mevani nahebinın.Tê zanin ku zıvıstanan bydigi gelek sare u tipi ji heye.. Şuşariye me ji gelek birçi buye u berbi êvarêye ji… Bı xwe bı xwe dıbeje ez gerek çareyeki bıbinım u wexta ez nebinım li van deran bımırım. Lı bın gund de tenê malık maye. Dıçe derê male dıxe. Xwediyê malê deri vedıke u şuşariyê me dibeje selamualeykum u ez xwarzîye xwede me u işev mêvanê te me . Xwediye male ji dıbeje aleykumselam serseran serçavan u bide pê mın. Wi dıbe nava gund u bı tıliya camiyê nişan dıde u dıbêje mala xalê te wayê biçe mala xalê xwe….

Dewsa bavê xwe de…

- Tu çend salî yî?

- 10 salî.

- Deh salî yî û tu dizîyê dikî ha?

- Welleh polîs efendî, ez bi xwe ne diz im.

Bavê min nexweş e, ez di dewsa wî de kar dikim!

Felekreşo…

Piştî ku Osmanî heldiweşe û welatê nû tê ava kirin; serokên dewêla nû bang dikin ji bo hemû xortan ku herin eskeriyê.

Di gundê Felekreşo de jî, ew û cîranekî xwe diçin. Ji ber ku di wan çaxan de eskerî çar sal bû bavê wî nehiştibû ku berî ekseriyê bizewice.

Felekreşo û havalê wî didin ciyekî dûr. Ji ber ku xwendin-nivîsandina wî û hevalê wî tune; ne dikarin pirsekê ji malbata xwe bikin û ne jî dikarin nameyê ku keya ji wan re şandibû bixwînin.

Demeke dirêj derbas dibe, havalê Felekreşo nexweş dikeve û ji bona çend rojan destûr didinê û wî dişînin gundê wî.

Kêfa Felekreşo tê cî. Di dil xwe de dibêje ku ew ê hevalê wî ji wî re nûçeyên xweş bîne. Ka belkî bavê wî jê re keçikek xwestibe û dê li hêviya Felekreşo be ku dawî li eskeriya wî bê û herê malê deweta wî bikin.

Destûra ku serokê eskeriyê daye hevalê Felekreşo diqede û hevalê wî dizivire. Felekreşo bi kêf diçe, bi hesret himbêza xwe bi sotûyê hevalê xwe wertîne. Demeke kurt kêfxweşiyê bi hev tînin û Felekreşo bi keserek xurt ji hevalê xwe pirsa malbata xwe dike û axaftinek wiha di navbera wan de derbas dibe:

Felekreşo : "Heval gelo tu çûyî mala me, çawa bûn, baş bûn?"

Hevalê wî : "Belê heval ez çûm lê ne ewqas baş bûn."

Felekreşo : "Tu bi Xwedayê xwe ke ku tuyê zêde dirêj nekî. Gelo çi hatibû serê malbata min?"

Hevalê wî : "Kûçikê we cihimî bû."

Felekreşo : "Tu çi dibêjî heval? Kûçikê me wekî şêrekî bû, tu gura pê nikaribû. Malbata me tenê na, temamî gund diparast. Gelo çima cihimî bû?

Hevalê wî : "Hestiyê gayê belek di qirikê de mabû."

Felekreşo : "Qey gayê me jî mirar bûbû? Gayê me yê ku mirov biqesibanda, mirov dikaribû pê mewlûdek bida ji bo heft gunda!"

Hevalê wî : "Na, gayê we nemiribû, kiribûn boraqa bavê te."

 

 

Diğer yazıları...
Köşe Yazarları
 ‹ 
 › 
Arşiv Arama
- -
Doğu Haber-Doğu Medya-Doğu Kültür Gazetesi
© Copyright 2013 Dogu Medya -Dogukultur. Tüm hakları saklıdır. Dkm Medya
DKM MEDYA GROUP -1
STK-DERNEKLER
FİRMALAR-İŞ DÜNYASI
STK-İŞ DÜNYASI MESAJLAR
DKM MEDYA GROUP-2
TÜRKİYE-BÖLGE, FİRMALAR- İŞ DÜNYASI
DOĞU KÜLTÜR MEDYA
SERHAT HABERLER
BAĞLANTILARIMIZ
STK-İŞ DÜNYASI MESAJLAR
STK-DERNEKLER
FİRMALAR-İŞ DÜNYASI
DOĞU KÜLTÜR MEDYA